Rêdûr Xelîl: Dewleta Tirk bi êrişa ku ji sê aliyan tîne, agirbestê binpê dike

Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl got dewleta Tirk a dagirker agirbestê binpê dike û  diyar kir ku dewleta Tirk li gel çeteyên xwe ji rojhilatê Serêkaniyê ji 3 baskan ve êriş pêk aniye û bang li garantorê agirbestê DYA'yê kir ku vê êrişê bide rawestandin.

Rêdûr Xelîl: Dewleta Tirk bi êrişa ku ji sê aliyan tîne, agirbestê binpê dike
24 cotmeh, 2019   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Têkiliyên Derve yê QSD'ê Rêdûr Xelîl got dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê Serêkaniyê ji gundên Menacir, Esediye û Mişrafê êrîşeke berfireh daye destpêkirin û ji ber vê jî li herêmê şerekî giran heye.

‘Garantorê agirbestê DYA demildest divê van êrîşan bide rawestandin’

Xelîl diyar kir dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe bi van êrîşan agirbest binpê kirine û got, ''DYA ya ku bi pozîsyona garantorê vê agirbestê ye divê demildest van êrîşan bide rawestandin.''

ANHA