Li Girkê Legê ji bo malbatên 4 têkoşeran re sersaxî hate xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê , Girkê Legê û Çilaxa sersaxî ji malbatên çar têkoşerên di Berxwedan Rûmetê li Serêkaniyê de şehîd bûne re, xwestin.

Li Girkê Legê ji bo malbatên 4 têkoşeran re sersaxî hate xwestin
Li Girkê Legê ji bo malbatên 4 têkoşeran re sersaxî hate xwestin
Li Girkê Legê ji bo malbatên 4 têkoşeran re sersaxî hate xwestin
Li Girkê Legê ji bo malbatên 4 têkoşeran re sersaxî hate xwestin
23 cotmeh, 2019   17:22
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyan, berê xwe dane konê sersaxiyê şehîdan, konê sersaxiyê li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişlo hatiye vedan û sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re, xwestin.

Navê 4 şehîdan ev in``Şehîdê Hêzên Xweparastinê Mihemed El-Neyêf, şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Îsam Silêman (Rewan Girkê Legê), Wîsan Yolader(Delîl Dêrîn) û Ihsan Demîr (Nûman Serhed), di Berxwedana Rûmetê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûn.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê endamê rêveber ê Maclisa Malbatên Şehîdan Hêyv Hacî axivî û wiha got:  "Em wek malbatên şehîdan, em ê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker bisekinin, em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin heta serkeftin pêk were."

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya  Hundirîn Nûrşan Efrîn jî axivî û rola şehîdan a li dijî dagirkeriya Tirk tekez kir, û bang li gel kir ku li hemberî planên artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

(rr)

ANHA