Çeteyên Tirkiyê, li gundê Dadat ê Girê Spî komkujiyek pêk anî

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Dadata yê rojhilatê Girê Spî komkujiyek pêk anî. Her wiha çeteyan milkên şêniyên gundê Um Kabir ê bakurê Eyn Îsayê piştî koçberkirina şêniyan, desteser kirin.

Çeteyên Tirkiyê, li gundê Dadat ê Girê Spî komkujiyek pêk anî
21 cotmeh, 2019   12:34
EYN ÎSA

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên derqanûnî li herêmên ku dagirkirine tevî îdîayên wan, pêk tîne. Di vî warî de çavkaniyên kantona Girê Spî gotin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Dadat ê piraniya wê Tirkmen in ku li rojhilatê bajarê Girê Spî ye, komkujiyek bi mafên şêniyan de pêk anîn.

Çavkaniyan piştrast kir ku çeteyan gelek sivîl kuştin û li gund veşartin. Her wiha li gund girtîgeheke ava kir û sivîlên li wî gundî û gundên derdorê digirin û dixin girtîgehê.

Çavkaniyên dîtir jî ragihand ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên gundê Um Kabir(El-Deîf) ê bakurê navçeya Eyn Îsayê neçarî koçberiyê kir û piştî wê dest danî ser milkên wan.

Heman çete yên dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina kantona Efrînê ji 18’ê Adara 2018’an ve, heman kiryar û binpêkirinan pêk tînin.

(fr)

ANHA