Şêniyên Dêrikê di merasîma oxirkirina şehîdan de: Biryara me tenê berxwedan e

Şêniyên Dêrikê di merasîma oxirkirina 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê de gotin: "Tu bijarte ji bilî bexwedanê, bilindkirina têkoşînê û sekna li gel QSD’ê li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê, tune ye."

Şêniyên Dêrikê di merasîma oxirkirina şehîdan de: Biryara me tenê berxwedan e
Şêniyên Dêrikê di merasîma oxirkirina şehîdan de: Biryara me tenê berxwedan e
Şêniyên Dêrikê di merasîma oxirkirina şehîdan de: Biryara me tenê berxwedan e
Şêniyên Dêrikê di merasîma oxirkirina şehîdan de: Biryara me tenê berxwedan e
Şêniyên Dêrikê di merasîma oxirkirina şehîdan de: Biryara me tenê berxwedan e
21 cotmeh, 2019   11:23
QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên Dêrikî 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê ku li Serêkaniyê şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Xebat, spartin axê.

Şêniyên herêma Dêrik û navçeyên wê berê xwe da nexweşxaneya Hogir da ku cenazeyên şehîdên bi navên Aytac Ozer(Serdar Feraşîn), Murad Şakir(Bahoz Serhed), Husên Solmaz(Canşêr Torî), Elî Ferat Arzo(Muzur Amed), Fîdad Yaşilkaya(Gelhat Serhed) û Mihemed Mihemed(Aydil Dêrik) ku di Berxwedana Rûmetê ya li Serêkaniyê de şehîd bûbûn de, werbigirin.

Piştî şêniyan cenaze ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin, bi karwaneke girse ji dehan erebe berê xwe da Goristana Şehîd Xebat.

Li goristanê, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubêd axivî û sersaxî ji  malbatên şehîdan kir xwest û wiha domand: "Em gav ji projeya demokratîk a bi nûnertiya felsefeya neteweya demokratîk ku yekitiya gelên herêmê û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk aniye, paş ve navêjin. Tu bijarte ji bilî berxwedan, bilindkirina têkoşîn û sekna li gel QSD’ê li dijî faşîzma Tirkiyê û çeteyên wê, tune ye."

Ubêde wiha berdewam kir: "Êrîşên li herêmên me ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve ranewestîne. Bi wê re jî siyaseta dewletên mêtînger û dagirker eşkere kir. Ji lewre divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekparebûnê ava bikin û li gel QSD’ê ku parastina nirx, azadî û rûmeta tevahî gel û pêkhateyên pêk aniye û li dijî terorê û di serî de li dijî Erdogan ê ku piştgiriya terorê hem madî û lojistî kiriye, bisekinin."

Piştî axaftina Meclisa Malbatên Şehîdan bi dwaî bû, wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.

Di dawiya merasîmê de, 6 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin veşartin.

(fr)

ANHA