Li Til Temirê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin

Şêniyên naveya Til Temir cenazayê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Ehmed Mehbûb ku di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê şehîd bû, oxir kir.

Li Til Temirê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Til Temirê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Til Temirê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Til Temirê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Til Temirê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
Li Til Temirê şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat oxirkirin
21 cotmeh, 2019   11:57
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê kom û cenazeyê şehîd Ehmed Mehbûb ê ji pêkhateyên Erebe, wergirtin. Ehmed Mehbûb 18`ê Cotmehê tevî biryara agirbestê di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser navçeya Zirganê şehîd bû. Şêniyan cenazeyê şehîd wergirt û bi karwanekî ji erebeyan ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Temirê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzigirtin destpê kir. Paşê ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn a navçeya Til Temirê Mihemed Merî axivî û sersaxî ji malbata şehîd û rêhevalên wî re xwest û   îşaret bi rola şehîd û şervanan di parastina gel û xaka welat de û fedakirina her tiştî giranbuha li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, kir. Merî soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina berxwedanê heta rizgarkirina herêmê ji dagirkran da.

Mihemd Merî di axaftina xwe de banga girîngiya hevgirtina hemû pêkhateyên gelê Sûriyê û sekna li dijî êrîşên derve li ser xaka welat kir û tekez kir ku gelên ku li hember DAIŞ`ê sekinîn û ew têk birin dê bi hevgirtina xwe dagirkeran jî têk bibin.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Ehmed Mehbûb bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hate oxirkirin.

(bx)

ANHA