Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm li Reqayê hate veşartin

Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm El-Rehîl (Amargî) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Reqayê hate veşartin.

Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm li Reqayê hate veşartin
Cenazeyê şehîdê Berxwedana Rûmetê Ebdulkerîm li Reqayê hate veşartin
20 cotmeh, 2019   14:16
REQA

Girseya gel cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Raqayê wergirtin û li goristana Şehîdan a li gundê El-Hikûmiye spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toroneke leşkerî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ve destpê kir.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Reqayê fermandar Loqman Reqa û li ser navê Meclîsa Gundewarên Bakurê Reqayê Ebdulsemed El-Ehmed, axivîn.

Kesên axivîn sersxî ji malbata şehîd re xwestin û berxwedana efsanewî ya şervanên QSD‘ê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker silav kirin. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan dan.

Piştî axaftinan nasnameya şehîd ji aliy endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîna El-Elî ve hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd di nava dirûşmeyan de spartina axê.

(rr)

ANHA