Di êrîşa li ser Zirganê de 3 sivîl şehîd bûn

Di êrîşa balafirên artêşa Tirk a li ser navçeya Zirganê de 3 sivîlan şehîd bû, yek ji wan ji endamê Partiya Çepgir a Sûriyê Hesen Newaf Hecî Elî ye.

Di êrîşa li ser Zirganê de 3 sivîl şehîd bûn
18 cotmeh, 2019   12:45
 HESEKÊ

Balafirên artêşa Tirk a dagirker êrîşî navçeya Zirganê ya Serêkaniyê kir, di encamê de 8 sivîl birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên bajarê Hesekê têne dermankirin.

Li gorî agahiyên ku ji xebatkarên tenduristiyê hatine wergirtin. Ji birîndaran 3 kes şehîd bûne, yek jê e endamê Partiya Çepgir a Sûriyê Hesen Newaf Hecî Elî ye, nasnameyên şehîdên din nehatin zanîn.

ANHA