Çalakiya piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya Şêxmeqsûdê bi dawî bû

Çalakiya ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê ku li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatibû lidarxistin, bi dawî bû.

Çalakiya piştgiriya Berxwedana Rûmetê ya Şêxmeqsûdê bi dawî bû
18 cotmeh, 2019   11:14
HELEB

Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro konê çalakiyê ku ji bo piştgiriya Berxwedana Rûmetê hatibû vedan, bi dawî kir. Konê çalakiyê li Qada 19 Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo destekdayîna Berxwedana Rûmetê hatibû vedan.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, siyasetmedar û şêniyên taxê tev li roja dawî ya çalakiya kon bûn.

Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di roja dawîn a çalakiyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêveberê meclisê Robarîn Heleb ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 9 roj ji Berxwedana Rûmetê ne hêsan bûn, hemû bajar û herêman ji bo berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hilda, daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk  şermezar kirin, ew roj pir girîng bûn.

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker duyemîn mezintirîn dewletên di NATO`yê de ye, di êrîşên xwe de hemû cureyên çekan, balafir û çekên qedexe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar anîn û komkujî pêk anîn.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku divê gel li hember armancên dagirkeran hişyar bin û destnîşan kir ku agirbesta hate ragihandin, nayê wateya rawestandina êrîşên dagirkeran lê belê êrîş heta niha dewam dikin û bi vê yekê jî berxwedan jî dê dewam bike.

Di dawiyê de hat gotin ku ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin heta dagirker ji xaka Sûriyê derkevin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û berxwedana YPJ/YPG`ê bi dawî bû.

(bx)

ANHA