Dêrên Serêkaniyê hatin bombebarankirin û xiristiyan banga rizgarkirina wê dikin

Xiristiyanên li bajarê Serêkaniyê bang li civaka navneteweyî û NY`yê kir ku wan ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêzin, her wiha dêr û mal û milkên şêniyan ku rastî talankirin û bombebaranê tên, biparêzin.

Dêrên Serêkaniyê hatin bombebarankirin û xiristiyan banga rizgarkirina wê dikin
18 cotmeh, 2019   11:11
HESEKÊ – ERSÎN ÇAKSU

Banga xiristiyanan li ser zimanê serokê Rêveberiya Mal û Milkên Xiristiyanan a Serêkaniyê Ziyad Mûsa pêk hat ku hîna li bajarê Serêkaniyê ye.  Mûsa bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku wan ji êrîşên Tirkiyê û çeteyên wê biparêzin û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyan, dêran û mîrasên xiristiyanên li herêmê dikin armanc, bi wê yekê hewl didin ji holê rakin.

Ziyad Mûsa destnîşan kir ku xiristiyan û hemû pêkhateyên herêmê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve di xetereya qirkirinê re derbas dibin û diyar kir ku rewşa wan baş e û bi ewle û aştiyane dijîn, her wiha bi awayekî azad rê û resmên olî pêk tînin. Her wiha îşaret bi girîngiya xebat û tekoşînê ji bo dûrxistina metirsiya êrîşên Tirkiyê ji herêmê kir ku nehêlin siyaseta guhertina demografiyê û rakirina dîroka gelên herêmê pêk were.

(jo)

ANHA