Rojnamevanên biyanî yên di nava karwanê diçe Serêkaniyê de: Artêşa Tirk nahêle em bikevin bajar

2 rojnemevanên biyanî da ku destekê bidine şêniyên Serêkaniyê, bi karwanê sivîlan re çûn û got artêşa Tirk nahêle ew derbasî bajar bibin.

Rojnamevanên biyanî yên di nava karwanê diçe Serêkaniyê de: Artêşa Tirk nahêle em bikevin bajar
18 cotmeh, 2019   11:21
HESEKÊ

Karwanê sivîlan ê herêma Cizîrê, da ku alîkariya sivîlan bikin û birîndarên di encama topbarana artêşa Tirk de birîndar bûne, derman bikin, ber bi bajarê Serêkaniyê ve çûn. Di nava karwan de 2 rojnemevanên biyanî jî hene.

Ronemevan Robin Firaming wiha got: “Da ku ez rewşa karwanê sivîlan ên ku ber bi Serêkaniyê ve diçin bişopînim, ez hatim vir.”

Her wiha Robin Firaming îşaret bi erka xwe ya sereke kir ku ew jî rewşa karwanê sivîlên ber bi Serêkaniyê ve diçin, bişopîne da ku birîndarên sivîl derman bike û wiha pê de çû: "Em ber bi wir ve diçin da ku jiyana birîndarên li hundirê Serêkaniyê ne rizgar bikin."

Her wiha Robin Firaming got artêşa Tirk rê nade wan ku bigihîjin Serêkaniyê.

Rojnemevaneke fransî ku ew jî bi karwanê sivîlan re ye û rewşê dişopîne, got di nava karwan de pîremêr hene û Tirkiye rê nade karwan ku birîndaran rizgar bikin.

(eh)