‘Erdogan bi cilên îslamî şer dike û artêşa wî xetereyê li ser tevahî olan çêdike’

Misilman, xiristiyan û êzidiyan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûri yê şermezar kirin û tekez kir ku Erdogan bi cilên îslamî şer dike û artêşa wî xetereyeke mezin li ser tevahî olan çêdike.

‘Erdogan bi cilên îslamî şer dike û artêşa wî xetereyê li ser tevahî olan çêdike’
18 cotmeh, 2019   09:03
HELEB – SOLÎN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê ji 9`ê Cotmehê ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di êrîşan de hemû pêkhate û ol têne hedefgirtin.

Hevserokê Komxebata Olan a Helebê Şêx Elî Hesen têkildarî mijarê wiha anî ziman: "Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve komkujî û sûcan li dijî jin û zarokan pêk tîne û malên sivîlan hilweşandin."

Şêx Hesen tekez kir ku Erdogan bi navê îslamê komkujiyan pêk tîne û wiha pê de çû: "Îslam ji kiryarên wê bêrî ye. Tu girêdan di navbera Erdogan, çeteyên wî û îslamê de tune ye."

Şêx Hesen destnîşan kir ku Erdogan dixwaze îslamê ji xwe re derfet bibîne bi rêya navê "Artêşa Muhemmedî" ku li artêşa xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Erdogan dixwaze cilên îslamî li xwe bike da ku gel destekê bide wî. Ma ew behsa kîjan îslamê dike û ew çekên qedexe di aliyê navdewletî de bi kar tîne?"

Hevserokê Mala Êzidiyan a Taxa Şêxmeqsûdê Hîşam El-Ehmed behsa komkujiyên ku di nava dîrokê de ji aliyê Osmaniyan ve li dijî êzidiyan pêk hatine kir û got: "Herî dawî komkujiya Şengalê sala 2014`an ji aliyê DAIŞ`ê yên zarokên Erdoganê Osmanî ve bû."

El-Ehmed tekez kir ku Erdogan dixwaze mîrasa Rojhilata Navîn bi rêya qirkirina gelê wê û bi destê komên çete tune bike û ev tişt anî ziman: "Lê dema Şengal hate rizgarkirin û çeteyên DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin tunekirin, Erdogan êrîşî kantona Efrînê kir û dagir kir. Li wê derê jî gelê êzidî rastî kiryarên dermirovî hat û ew bi darê zorê ji ola wan derxistin."

El-Ehmed destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk got ew dixwazin "Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji gawiran rizgar bikin" ev gotin têrê dike ku xetereya li ser tevahî olên li herêmê ji xiristiyan û êzidiyan diyar bike.

Her wiha bi navê xiristiyanên taxa Şêxmeqsûd Îbrahîm Corc ku komkujiyên Erdogan û çeteyên ji Îxwan Muslimîn û DAIŞ`ê şermezar kirin.

Corc tekez kir ku Osmaniyan xwîna gelan û bi taybet xwîna Ermen û xiristiyanan sala 1915`an rijand, di encama wê de zêdetirî milyonek kesî jiyana xwe ji dest da. Corc metirsiyên xwe der barê ku Erdogan komkujiyan li dijî wan bi rêya êrîşên li ser herêmê dubare bike, diyar kir.

Di dawiyê de Îbrahîm Corc bang li civaka navdewletî kir ku destwerdanê bike da ku "Terora dewleta Tirk" li dijî sivîlên Sûriyê rawestîne.

(bx)

ANHA