Şerên dijwar li gundewarên Girê Spî rû didin

Di van kêliyan de şerên dijwar li herêma di navbera Ebû Sire û Çelebiyê de yê girêdayî kantona Girê Spî rû dide. Şervanan miqdarên mezin ji cebilxaneyê desteser kirin.

Şerên dijwar li gundewarên Girê Spî rû didin
17 cotmeh, 2019   14:03
GIRÊ SPÎ

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) berxwedana xwe ji bo şikandina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomînin.

Şerên dijwar di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk de ji aliyekê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji aliyekî din ve li herêma di navbera gundê Ebû Sire û Çelebiye yê girêdayî kantona Girê Spî rû didin.

Di wan şeran de şervanan miqdarên mezin ji cabilxane û amûrên leşkerî desteser kirin.

(şx)

ANHA