Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û Til Temirê derbên giran dixwin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê careke din hewl dan bikevin gundê Alya ya ser bi navçeya Til Temirê û gundê Menacîr ê Serkaniyê. Şervanên QSD‘ê hewdana wan têk birin. Tê gotin ku bi dehan kuştiyên dagirkeran hene.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Serêkaniyê û Til Temirê derbên giran dixwin
16 cotmeh, 2019   12:31
HESEKÊ

Aartêşa Tirk a dagirker hewl dan bikevin gundê Alya yê girêdayî Til Temirê, şervanên QSD‘ê bersiva hewdanê da. Li vir 10 çete hatin kuştin û birîndar jî hene.

Li eniya navçeya Serêkaniyê jî çeteyan dagirkeriya Tirk hewl dan bikevin gundê Menacîr, li vir jî êrîşên dagirkeriyê ji aliyê şervanan ve têne têkbirin û kuştî û birîndarên wan hene. Lê hejmara kuştî û birîndaran nehatin tesbîtkirin.

Li herdu eniyan şer didome. Di heman demê de balafirên şer bi koordîneya balafirên keşfê bi hawan û obusan navenda bajarê Serêkaniyê bomebaran dikin.

ANHA