QSD’ê hewldana êrîşê ya li dijî gundên Til Temirê têk bir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl da bikevin Til Temirê lê şervanên QSD’ê bersiv da û çete ji hev belav bûn. Hate zanîn ku gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene. Her wiha balafirên şer ên artêşa Tirk derdora gundên Alya û Erbaxîn ên Til Temirê bombebaran dikin.

QSD’ê hewldana êrîşê ya li dijî gundên Til Temirê têk bir
15 cotmeh, 2019   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundên Alya û Erbaxîn ên Til Temirê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi karwaneke ji erebeyên zirxî û çekên giran pêk tê, hewl da bikevin Til Temirê.

Şervanên QSD’ê bi tundî li wê konvoyê da û konvoy ji hev belav bû. Beşeke konvoyê li gundê Alya, beşek li gundê Erbaxîn maye. Her wiha kuştî û birîndarên dijmin hene.

Arteşa Tirk bi koordîneya firokeyên keşfê û bi balafirên şer derdora gundê Alya bombebaran dike.

Gundên Alya û Erbaxîn di navbera Til Temir û Eyn Îsa de ne û 20 kîlometre ji Til Temirê dûr in.

ANHA