Li Dirbêsiyê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, cenazeyên 3 şehîdên Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, di nav de şehîdekî sivîl hebû li Goristanan Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkefirê, oxir kirin.

Li Dirbêsiyê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
Li Dirbêsiyê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
Li Dirbêsiyê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
Li Dirbêsiyê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
Li Dirbêsiyê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
Li Dirbêsiyê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin
15 cotmeh, 2019   14:28
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçaya Dirbêsiyê cenazeya  şervanên QSD‘ê Husên Yûsif (Raman) ê li navçeya Eyn Îsa, Ebdulezîz Derwîş (Zagros Dirbêsiyê)  ê li bajarê Serêkaniyê şehîd bibûn, sivîlê bi navê Izedîn Yûsif ku yê di encama topbarana artêşa dewleta Tirk li ser mala wî de ya li gundê  Çetelê yê Dirbêsiyêi şehîd bibû, oxir kirin.

Şêniyan piştî ku cenazeya şehîdan ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê wergirtin, berê xwe dane Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, paşê li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Fermandar Şiyar Hesekê axivî :`` Dewleta Tirk bi salane armanc dike ku herêmê dagir bike, sivîlan qetil bike û milkê me talan bike, me jî ji aliyê xwe ve soz daye em ê serkeftên bi dest bixin.``

Li ser nave TEV-DEM`ê jî Fîdan Kobanê axivî û wiha got:`` Ji bo parastina xak û rûmeta xwe, divê em li hemberî dagirkeriyê fedakar bin.``

Li ser navê malbata Şehîdê sivîl Ezedîn Yûsif jî Foza Yûsif axivî û got:`` Em li mala xwe ne me tişke bi ser Erdogan nekiribû, lê wî mala me bi awayekî hovane hedef kir û birayê min di encamê de şehîd bû.``

Piştî axavtinan bawernameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatan hate kirin. Malbatên Şehîdan jî gotin ku ew ê têkoşîn û berxwedana li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bidomînin. Paşê cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan hatin veşartin.

(rr)

ANHA