Hemşîreya Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê: Dewleta Tirk a dagirker nexweşxane û ambulansan dike hedef

Hemşîreya Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi mebest nexweşxane û erebeyên ambulansê hedef digire û bal kişand ser ku pêdiviyên wan bi lezgînî bi kadroyên tenduristiyê û dermanan heye, ji ber ku rewşa hinek birîndaran xeternak e.

Hemşîreya Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê: Dewleta Tirk a dagirker nexweşxane û ambulansan dike hedef
13 cotmeh, 2019   10:22
HESEKÊ

Di binpêkirineke diyarker a tevahî mîsaq û rêgezên mirovî de, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh Nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê û ambulansên ku berê xwe dida birîndaran, hedef girtin.

Hemşîreyeke Nexweşxaneya Roj wiha got: "Artêşa dewleta Tirk a dagirker ji 5 rojan ve bajêr bombebaran dike û sivîlan bê ser û ber bi tevahî cureyên çekên giran ji topavêj û balafiran hedef digire û sivîlan dikuje."

Hemşîreyê îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker tenê kuştina sivîlan bes nedît, lê belê nehişt ambulans bikevin herêmên tên topbarankirin bibin da ku birîndaran rakin û erebeyên kadroyên tenduristiyê bombebaran dike.

Hemşîreyê wiha got: "Pêdiviya wan bi hemû cureyên piştevaniyê yên kadroyên tenduristiyê û dermanan heye. Ji ber ku sivîl ji ber topbaran û bombebaranê birîndar dibin."

Di dawiyê de hemşîreyê got: "Em li vir bi şêniyên xwe re ne, birîndarên xwe di vê rewşê de nahêlin û welatê xwe ji dagirkeran re nahêlin."

(fr)

ANHA