Li Qamişlo li bin konê sersaxiyê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Îro şêniyên bajarê Qamişlo û Meclisa Malbatên Şehîdan berê xwe da konê sersaxiya şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li taxa Enteriyê li hemberî Meclisa Gel hatiye vedan û sersaxî ji malbatan re xwest. Şêniyan got “Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

Li Qamişlo li bin konê sersaxiyê: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
13 cotmeh, 2019   10:28
QAMIŞLO

Ji saetên sibehê ve bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, li bin konê şehîdên sivîl ên bi navên Îman Mihemed Şerîf û ciwanê bi navê Fadî Îbrahîm ku di encama guleberdana sekvanên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, her wiha endamên Erka Xweparastinê Heysem Atûf û Mihmûd Abas Alî ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne, kom bûn.

Konê sersaxiyê bi wêneyên her 4 şehîdan, al û sembolên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin ji aliyê şandeyan ve hatin kirin.

Li ser navê malbata Fadî Adil Îbrahîm meta wî Sireya Alî axivî û wiha anî ziman: "Em li ser xaka xwe ne, me tu carî êrîşî kesî nekiriye. Erdogan çi ji me dixwaze? Çima bi tank û topban êrîşî sivîlan dike? Hemû çeteyên cîhanê şandin da ku li dijî gelê Sûriyê ku ev 7 sal a li dijî hemû komên tundraw li ber xwe didin, şer bikin."

Sireya diyar kir ku şehîd Fadî bavê 4 keçikan e, xwedî exlaqekekî pak bû û ji aliyê her kesî ve dihat hezkirin, wekî hejmarek ji şehîdên malbatê yên wekî şehîd Berekat, Merwan, Îdrîs, Sozdar û yên din  tev li karwanê şehîdan bû.

Meta şehîd Fadî soza şopandina rêya şehîdan da û got tekane vebijêrka wan rêya berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeran e.

(eh)

ANHA