QSD`ê ji sê aliyan ve bersiva êrîşên li ser Serêkaniyê dide

Li bajarê Serêkaniyê ji 3 aliyan ve şerê dijwar rû didin û şervanên QSD`ê parastina wê dikin.

QSD`ê ji sê aliyan ve bersiva êrîşên li ser Serêkaniyê dide
12 cotmeh, 2019   05:56
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji Serêkaniyê ragihand ku şer li gundê Hewarna yê bakurê bajêr her wiha herêma pîşesazî ya rojhilatê bajêr, rû didin.

Bajarê Serêkaniyê ji aliyê bajarokê Til Helef ê rojavayê bajêr rastî êrîşên artêşa Tirk a dagirkr û çeteyên wê tê.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bajêr û derdora wê di aliyê bejahî û asîmanî de dikin hedef.

(bx)

ANHA