Li her deverê berxwedan e…

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo parastina taxa xwe ji êrîşên artêşa Tirk a dagirker nobeda girtine.

Li her deverê berxwedan e…
Li her deverê berxwedan e…
Li her deverê berxwedan e…
Li her deverê berxwedan e…
Li her deverê berxwedan e…
11 cotmeh, 2019   19:01
QAMIŞLO – SILAVA EBDULREHMAN – MÛRADA KENDA

Artêşa Tirk a dagirker di 9‘ê Cotmehê de dest bi êrîşan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di êrîşan de her çekên giran û balafiran bi kar tînin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li dijî êrîşan banga seferberiya giştî kirin.

Li ser vê yekê pêkhateyên herêmê çek hilgirtin û warê xwe diparêzin.

Bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê bi dehan topban hate hedefgirtin. Di encamê de zêdeyî 4 sivîlan şehîd bûn, di nav de zarokek hebû.

Li her kolanek ji kolanên bajarê Qamişlo berxwedanî tê meşandin. Ciwan nobeda parastina digirin û hin din jî xwînê didin birîndaran.

Abdullah  Şêx Hesen destnîşan kir ku ew wek şêniyên bajarê Qamişlo êrîşî tu kesî nekirine û wiha domand: Em şêniyên vê axê yên resen in, me rojekê êrîşî kesekî nekiriye û em pê jî nefikirîn. Lê eger kesek êrîşî me bike ji mafê me ye ku em û herêmên xwe biparêzin.

Hesen bang li tevahiya şêniyan û ciwanan kir ku dakevin taxan da ku bajarên xwe ji êrîşa ku qirkirina gelê Bakur û Rojhilatê sûriyê armanc dike biparêzin.

Abdullah Yusif ê ji navçeya Til Hemîsê bersîv da banga Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriye Demokratîk û got: "Em ê ax  û gelê xwe biparêzin û em nahêlin Erdogan derbasî herêmên me yên ku bi xwîna şehîdan ji terora DAIŞ`ê rizgar bûye bibe. Sûriyê ne ji bo terora Erdoganî ye."

Aldar Mecîd ciwanek ji Hesekê ya herêma Cizîrê ye çek rakir û hat bajarê Qamişlo û wiha got: "Ez hatim ax û welatê xwe li dijî êrîşa Tikriyê biparêzim. Em ji Erdogan natirsin. Bi hevgirtina şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk û YPG û tevahiya pêkhateyan em ê ji wê zulmê xilas bibin û li hember êrîşa Tirkiyê em ê bibin pirek xurt. Parastina axa xwe ji mafê me yê rewa ye."

(şx)

ANHA