Çeteyên DAIŞ`ê ji nuqteyên Tirkiyê hêzên rejîmê dikin armanc

Duh bi şev çeteyên Ensar El-Tewhîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ji nuqteyên çavdêriyê yê Tirkiyê ve, bajarokê Resîf ê bejahiya bakurê rojavayê Hemayê, bi moşekan topbaran kir.

Çeteyên DAIŞ`ê ji nuqteyên Tirkiyê hêzên rejîmê dikin armanc
30 îlon, 2019   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên Ensar El-Tewhîd ên girêdayî çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên di bin serweriya Sehil Xab de ku nuqteyên çavdêriya artêşa Tirkiyê yên wekî nuqteya Şêr Mexar lê hene, moşek avêtin.

Sputnîkê ku agahiyên xwe dispêre nûçegihanê xwe yê li Hemayê, ragihand ku di encama topbarana li ser taxên bajarokê Resîf ê Sehil Xab ê li bakurê rojavayê Hemayê de, ziyanên madî çêbûn.

Spûtnîk diyar kir ku çeteyan ji herêmên di bin serweriya xwe de yên li eniyên bajarokê Hewaş, Şehnaz a bakurê rojavayê Hemayê, bajarokê Resîf bi topan kirin armanc.

Hêzên rejîmê jî bi tankan û moşekan nuqteyên çeteyan ên li herêmê kirin armanc.

Tê zanîn ku di 31`ê Tebaxa derbasbûyî de li herêmên qaşo bêçek agirbest hate ragihandin, lê li Sehil Xab a li bejahiya bakur û rojavayê Hemayê komên çeteyan hene û vê agirbestê derfet dibînin. Her wiha hêzên rejîma Sûriyê diyar kir ku çete xwe li nuqteyan xurt dikin.

Tê zanîn ku koma çeteyên Ensar El-Tewhîd ji koma çeteyên Cind El-Eqsa hatine avakirin û piraniya serçeteyên wan ji bajarê Sermîn ê li bejahiya Idlibê ne ku ew heman serçeteyên Cind El-Eqsa ne.

(eh)