Şervanê Heres Xabûr şehîd Bitrus Îşo hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Til Temir cenazeyê şehîd Bitrus Îşo (Îşliyo) li goristana şehîdên Aşûrî ya li gundê Til Şinan a navçeyê oxir kir.

18 îlon, 2019   11:58
HESEKÊ

Şêniyên navçeya Til Temir îro bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Meclisa Heres Xabûr a Aşûrî li goristana şehîdan a li gundê Til Şinan ê navçeya Til Temir oxir kir. Şervanê Heres Xabûr Bitrus Îşo li gundê Til Werdiyat ê navçeya Til Temir dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû.

Merasîm li hola dêra El-Qedîsa li dar ket. Hevseroka Partiya Yekitiya Suryan Gabriyel Şamûn, bi sedan şêniyên navçeyê û gundewarên wê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê keşe Otonyos El-Heno wiha axivî: "Pîroz be ji wî kesê ku xwe ji şehadetê re amade kiriye. Ji destpêka êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser gundê Til Werdiyat şehîd Bitrus kêliyekê jî ji dêrê dûr nema. Ji xak û rûmeta xwe hez dikir û ji ber wê jî di oxira wê de canê xwe feda kir."

Her wiha ji fermandarên Meclisa Heres Xabûr Madlîn Xemîs axivî û hemû şehîdên ku ji bo parastina axa xwe canê xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Baqî Kotî axivî û îşaret bi yekrêziya pêkhate û olan kir û wiha anî ziman: "Ev cihê serfiraziyê ye. Şehîdên me şehîdên azadî û rûmetê ne. Ji ber ku soz dan û gihîştin asta şehadetê."

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Aşûriyan Cemîla Kako ve hat xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin.

Hêzên Meclisa Heres Xabûr toraneke leşkerî li dar xist û di dawiyê de cenazeyê şehîd Bitrus Îşo li goristana şehîdan a li gundê Til Şinan hat oxirkirin.

(bx)

ANHA