Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji jinên navçeya Til Hemîsê re civînek li dar xist da ku hevpeymana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide nasandin.

Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin
Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin
Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin
Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin
Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin
Hevpeymana Meclisa Jinan ji jinên Til Hemîsê re hate nasandin
11 îlon, 2019   12:11
QAMIŞLO

Piştî ragihandina damezirandina Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 14`ê Hezîrana 2019’an de, meclisê dest bi rêzecivînên berfireh ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li bajar û navçeyên Bakurê Sûriyê kir da ku hevpeymana Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bide nasandin.

Di civîna ku li Navenda Çandê ya Til Hemîsê hate lidarxistin de, bi dehan ji jinên navçe û gundewaran amade bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Taz Başa hevpeymana Meclisa Jinan ji beşdaran re xwend.

Taz Başa wiha got: "Meclisa Jinan sîwaneke siyasî, mafparêzî, civakî û çandî ye, tê de rêxistinên jinan û rêxistinên partiyan, nûnerên meclisan û rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî dozên jinan û kesayetên jin ên serbixwe û jinên ciwan cihê xwe digirin."

Paşê Taz Başa behsa rêgezên meclisê, armancên meclisê, binesaziya meclisê, erk û şertên endamtiya meclisê, her wiha şertên vekişandinê û sîstema aboriyê kir.

Taz Başa wiha domand: "Jinên Sûriyê du qat rastî zilm û tundiyê hatin, di destpêkê de ji ber ku ew jin in, di civakeke ku kevneşopî û kiryarên li dijî jinan hene, a din ji ber ku jin di hemû qadan de hatine paşguhkirin, ji mafên xwe yên civakî, siyasî û zagonî mehrûm in, lê tevî kiryarên rejîma Baasê jinan têkoşîneke dîrokî meşand."

Civîn bi vekirina deriyê diyalog û nîqaşan di navbera beşdaran de der barê bendên hevpeymana Meclisa Jinên Sûriyê û çawaniya beşdarbûna meclisê bi dawî bû.

(jo)

ANHA