Li Efrînê teqîn

Vê êvarê dengê teqîneke mezin li Kolana El-Vîlat a bajarê Efrînê hate bihîstin.

Li Efrînê teqîn
28 tebax, 2019   20:13
EFRÎN

Çavkaniyên herêmî  ji  hundirê Efrînê ragihandin ku vê êvarê teqînek mezin li Kolana El-Vîlat a bajarê Efrînê pêk hatiye. Li ser wê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çûn cihê teqînê. Heman demê de dengê ambulansa hat bihîstin.

Lê heta niha sedema teqînê û zirarên wê nehatine zanîn.

(şx)

ANHA