Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê

Îro li kantona Şehbayê ji bo nîqaşkirina geşedanên dawîn ên siyasî û lihevkirinên dawîn ên  girêdayî makenîzmeya ewlehiya sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê panelek ji şêniyan re hate lidarxistin.

Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê
Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê
Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê
Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê
Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê
Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê
Li Şehbayê panela girêdayî rewşên siyasî yên herêmê
28 tebax, 2019   18:54
ŞEHBA

Panel li hola Jîn Efrîn a navçeya Ehdas a li kantona Şehbayê bi tevlibûna bi dehan nûnerên ji deste û saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Ii dar ket.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Umer axivî û bixêrhatina beşdaran kir. Emîne got: “Tirkiye ji tevahiya aliyên siyasî, aborî û civakî re aloziye. Tirkiye  ji bo ku ji aloziyên xwe bireve gefa êrîşan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  xwar û bala hemûyan kişand derve.”

Emîne destnîşan kir ku Tirkiyê bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û koçberkirina şêniyên herêmê yên resen mîna ku li Efrînê kiriye, projeya herêma “ewle” bi kûrahiya 32 km xiste rojevê.

Di berdewama axaftina xwe de Emîne got: “Piştî hincetên Tirkiyê yên girêdayî ewlehiya xwe, li ser makenîzmeya ewlehiyê bi kûrahiya 5 km li ser dirêjahiya sînor  lihevkirinek pêk hat. Ev herêm ji hêla meclisên leşkerî yên herêmî ve tên parastin. Mijara Efrînê mijara me ya sereke ye. Dosyaya Efrînê di hevdîtin û civînên dîplomasî yên navdewletî de tê pêşkêşkirin. Ji bo rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyan em ê têkoşîna xwe li ser tevahiya astan berderwam bikin. Çareseriya tekane ya aloziya Sûriyê çareseriya siyasî bi rêya diyalogê û îtîrafkirina bi tevahiya pêkhateyên herêmê ye.”

Di dawiya panelê de deriyê nîqaşê ji beşdarên panelê re hate vekirin.

(şx)

ANHA