Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan
22 tebax, 2019   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serlêdan ji aliyê parêzerên Ocalan Faîk Ozgur Erol, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ve hate kirin.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan herî dawî 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê muwekîlê xwe dîtibûn.