‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’

Şêniyên Efrînê yên li kamp û malên wêrankirî yên li kantona Şehbayê dimînin, amadekariyên cejna Qurbanê dikin. Şêniyan tekez kir ku mezintirîn cejn vegera li Efrînê ye.

‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’
‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’
‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’
‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’
‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’
‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’
‘Mezintirîn cejn vegera li Efînê ye’
10 tebax, 2019   08:23
HENAN MIHEMD-MIZGÎN HEMO-ŞEHBA

Di encama topbaran û degirkirina dewleta Tirk di 18`ê Adarê de, şêniyên Efrînê neçar man ji malên xwe derkevin û di kamp û malên wêrankirî de bi cih bibin. Lê tevî vê yekê bi vîna xwe kêfxweşî li van herêmên ku di encama kiryarên çeteyên DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirk de hatin valakirin, vegerandin.

Tevî êş û azarên şêniyên Efîrnê yên li van herêman bi cih bûne, amadekariyên cejna Qurbanê dikin.

Bazara ku ji aliyê şêniyan ve hatiye vekirin, qerebalixê dibe, li milekî cil, şêranî û li milekî din jî qurban tên kirîn.

Hemwelatiya bi navê Emîna Henan hêviya vegera li Efînê anî ziman û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê vê cejnê pîroz bikin, lê dûrbûna me ji xaka me dimîne keser, di heman demê de mezintirîn cejn vegera li xakê ye û rizgarkirina ji dagirkeriya Tirkiyê ye.”

Firoşkar Mehmûd Xelo zehmetiyên derbaskirina kel û pelan ji kantona Şehbayê re destnîşan kir û wiha pê de çû: "Ji ber zehmetiya gihandina kel û pelan ji kantonê re, cil û bergên cejnê bi buhayekî bilind tên firotin."

Her wiha welatiya bi navê Jinviyan Mihemed jî axivî û got: "Em li kampê bi kotekî şêraniyên xwe çêdikin."

Jinviyan wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev hemû tenê ji bo kêfxweşiya zarokan e, hêvîdar im ku aştî pêk were, em vegerin Efrînê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bibe."

(eh)

ANHA