Xorşîd Delî: Erdogan hewl dide ji Peymana Lozanê xilas bibe

Lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Xorşîd Delî destnîşan kir ku tevgerên Tirkiyê di herêmê de di çarçoveya hewldanên Erdogan ên xilasbûna ji Peymana Lozanê û vegera li Mîsakî Millî de ne.

Xorşîd Delî: Erdogan hewl dide ji Peymana Lozanê xilas bibe
10 tebax, 2019   04:20
NAVEND NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û bi rêya êrîşên leşkerî yan jî hinceta “herêma ewle” hewl dide herêmê dagir bike û planên xwe di herêmê de bi cih bîne. Girêdayî vê mijarê lêkolîner û pisporê kar û barên Tirkiyê Xorşîd Delî ji ANHA‘yê re axivî.

Xorşîd Delî anî ziman ku Erdogan hewl dide ji Peymana Lozanê xilas bibe û li Mîsaka Millî vegere û diyar kir ku tevgerên Tirkiyê yên ji Kuristana Bakur heta rojhilatê Deryaya Spî û rojhilatê çemê Firatê di vê çarçoveyê de ne û wiha got: "Erdogan texmîn dike ku derfet dîtiye ku bikare ji pêşketinên heyî yên li herêmê sûdê wergire, herêmên nû bixe bin serweriya xwe û ji bo vê yekê hêzê bi kar bîne, tevî ku siyasetên wî qanûn û pîvanên navdewletî binpê dike û gelên herêmê û hêviyên wan ên azadiyê dixe xetereyê."

Gefên Erdogan ji bo avakirina “herêma ewle” şantaj in

Delî diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetereyeke cidî ne, divê li ser were sekinandin û wiha pê de çû: "Divê were naskirin ku Tirkiye bêyî lihevkirin û peymanan bi aliyê Amerîkayê re nikare operasyoneke leşkerî pêk bîne. Lê heta niha tiştek wisa nîn e. Piraniya gefên Tirkiyê zextên siyasî û şantaj in. Armanc jê ew e ku rêveberiya Amerîkayê mercên Tirkiyê yên avakirina herêma ewle qebûl bike, şertên wê yê sereke jî ew e ku rojhilata Firatê bixe bin serweriya xwe û pêkhateyên herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne."

Delî wiha pê de çû: "Li gorî daxuyaniyên Amerîkayê, pêkanîna van şertan ku dê li ser hesabê hêzan û rola Amerîkayê be, dûr e. Ji ber vê yekê em dibînin ku dan û standinên zehmet di navbera her du aliyan de di vî warî de çêdibin. Ev jî yekitî û berxwedanê ji pêkhateyên rojhilatê Firatê dixwaze da ku planên Tirkiyê werin pûçkirin."

Nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsyayê de

Lêkolîner Xorşîd Delî bal kişand ser hevbendiya Tirkiye, Rûsya û Amerîkayê û wiha domand: "Texmîn nakim ku hevbendiya nû ya Tirkiye û Rûsyayê sabit be, bi taybet ji ber ku nakokiyên mezin di navbera her du aliyan de li ser Ukrayna û Idliba Sûriyê hene."

Xorşîd Delî diyar kir ku ya sabit ew e ku Rûsya dixwaze Tirkiye ji NATO‘yê derkeve, lê Tirkiye jî hewl dide ji nêzîkbûna xwe ji Rûsyayê re sûdê wergire da ku ji bo berjewendiyên xwe hin tazmînatan ji Ewropa û Amerîkayê bigire.

Delî destnîşan kir ku hin xalên lewaz û xeternak di dewleta Tirkiyê de hene û got: “Dibe Erdogan li ser nakokiyên di navbera dewletên Rojava û Rûsyayê de lîstokan bike. Ev xal veguherîn krîzên ewlehî û siyasî ku siyaseta Erdogan dixe xetereyê, nexasim ku krîza hundirîn di demên dawî de mezin bûn. Ev hemû diyarde, li Tirkiyê rê li ber pêvajoyeke nearam vedikin."

(bb)

ANHA