li ser Mexmûrê tevgere balafirên keşfê

Balafirên keşfê û şer li ser Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) digerin.

li ser Mexmûrê tevgere balafirên keşfê
2 tebax, 2019   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews’e, ji serê sibê ve balafirên keşfê li ser Mexmûrê digerin. Her wiha dem dem balafirên şer jî difirin.

Liv û tevgera balafirên keşfê hîn ji dewam dike. Rojane herî kêm 2 balafirên keşfê bi ser wargehê digerin. Nayê zanîn bê ka ev balafir yên koalîsyona navnetewî ne yan jî yên artêşa Tirk a dagirkerin.

Hêjayî gotinê ye balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk di 18’ê Tîrmehê saet 00:10’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî bombebaran kir. Li gel balafirên şer balafirên keşfê jî li ser wargehê firiyan.Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bibûn.