Li Efxanistanê teqîna mayinê: 34 kuştî

Dezgehên çapemeniyê yên efxanî ragihand ku li kêleka rêya di navbera bajarên Herat û Qendehar de mayinek teqiya û ji ber mayinê herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes birîndar bûn.

Li Efxanistanê teqîna mayinê: 34 kuştî
31 tîrmeh, 2019   10:36
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li Efxanistanê dema ku otobusek ji Qendeharê diçû Heratê, pê li mayinekê kir ku ji hêla Talîbanê ve hatibû danîn. Di encama teqînê de bi piranî jin û zarok, 34 kesên di otobusê de mirin û 10 kes birîndar bûn.

Berdevkê Walîtiya Eyaleta Farahê, Mûhîb Ellah Mûhîb got ku piranî jê jin û zarok mirin û teqez kir ku bombe ji hêla Talîbanê ve hatibû danîn.

Şandeya NY`yê li Efxanistanê duh kuştina sivîlan şermezar kir û diyar kir ku ev yek nayê qebûlkirin, tevî dan û standinên ku divê şerê li vî welatî bi dawî bike.

(jo)