Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist

Di civîna asayî ya Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de biryara avakirina du komîteyan hate standin. Yek ji bo nîqaşkirina nêrînên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê destura Sûriyeya pêşerojê û mîsogerkirina mafên jinan di destûrê de û ya din jî kêkolînkirina qanûnan jinan e.

Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist
Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist
Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist
Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist
Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist
Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist
Koordînasyona Meclisa Jinan civîna xwe ya asayî li dar xist
22 tîrmeh, 2019   16:08
QAMIŞLO

Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna hemû endamên koordînasyonê li avahiya têkiliyan a Kongreya Star a bajarê Qamişlo li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê rewşa siyasî, gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, binpêkirinên dermirovî yên li Efrînê hatin nîqaşkirin û bêdengiya civaka navdewletî ya ji van binpêkirinan hate şermezarkirin. Beşdaran diyar kirin ku li hemberî zêdegaviyên dagirkeriya Tirkiyê divê hevgirtineke xurt a gelên herêmê hebe.

Di civînê de her wiha rewşa jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîqaşkirin û bal hat kişandin ser girîngiya perwerdeyê ji bo jinan û parastina destkeftiyên.

Piştre rewşa rêxistinî ya meclisê hate nirxandin, pêşniyar û plansaziya dema pêş hate dayîn. Ji bernameyên demên pêş ên meclisê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê qanûnên jinan de civîn werin lidarxistin.

Koordînasyonê biryara avakirina du komîteyan hate standin. Yek ji bo nîqaşkirina nêrînên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê der barê destura Sûriyeya pêşerojê û mîsogerkirina mafên jinan di destûrê de û ya din jî kêkolînkirina qanûnan jinan e.

di dawiya civînê de jinan teqez kirin ku dê xebata bidomînin heta armancên meclisê pêk bînin. Her wiha teqezî li ser girîngiya destekdayîna jinan û civakî bi meclisê re kirin.

ANHA