Kongreya Star li Girê Spî dest bi hemleya paqijkirinê kir

Endamên Kongreya Star bi hevkariya Meclisa Kantona Girê Spî dest bi hemleya paqijkirina bajarê Girê Spî kir û hate diyarkirin ku armanc jê ew e ku bala civakê bikişînin ser girîngiya parastina paqijiya bajêr.

Kongreya Star li Girê Spî dest bi hemleya paqijkirinê kir
Kongreya Star li Girê Spî dest bi hemleya paqijkirinê kir
Kongreya Star li Girê Spî dest bi hemleya paqijkirinê kir
Kongreya Star li Girê Spî dest bi hemleya paqijkirinê kir
21 tîrmeh, 2019   09:02
GIRÊ SPÎ

Hemle li kolanên sereke ji ber avahiya meclisa kantonê heta Çerxerêya El-Elem pêk hat û tê de endam û rêveberên Kongreya Star, Meclisa Jinan a Sûriyê û endamên Meclisa Kantona Girê Spî beşdar bûn.

Ev hemle jî ji rêzeçalakiyên 19’ê Tîrmehê ya ku Kongreya Star beriya çend rojan bi boneya salvegera 7’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê da destpêkirin.

Beşdarên hemleyê anî ziman ku armanca hemleyê ew e ku civakê zana bikin û bale bikêşin ser girîngiya paqijkirina bajêr û ji şêniyan hêvî kir ku parastina paqijiya bajêr bikin.

(fr)

ANHA