Li Serêkaniyê ji ber şewatê 2 jin û zarokek mirin

Li  gundê Alya yê navçeya Serêkaniyê ji ber şewata ku gihişte malekê du jin û zarokek mirin.

Li Serêkaniyê ji ber şewatê 2 jin û zarokek mirin
Li Serêkaniyê ji ber şewatê 2 jin û zarokek mirin
Li Serêkaniyê ji ber şewatê 2 jin û zarokek mirin
30 hezîran, 2019   20:50
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji navçeyê ragihandin ku li derdora gundê Alya yê navçeya Serêkaniyê yê kantona Hesekê diyar şewat pêk hat, ji ber lezbûna ba şewat gihişt malên welatiyan. Di şewata malekê de du jin û zarokek mirin.

Çavkaniyên Tenduristiyê yên nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê diyar kirin ku jina bi navê Izdîhar Îsa (30) û kurê wê Mehmûd Abdullah El-Xelef (4) û jineke din (37) navê wê nehatin naskirin, şewitîn. Ji ber rewşa wan giran bû rakirin nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo û li wir jiyana xwe ji dest dan.

ANHA