Du bira ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda ne

Du bira, Mehmûd Hebeş (46) û Idrîs Hebeş (44) ku li Helebê jiyan dikirin, ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda ne û heta niha ti agahî ji wan nehatiye girtin.

Du bira ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda ne
Du bira ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda ne
Du bira ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda ne
Du bira ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda ne
28 hezîran, 2019   08:12
HELEB – AFIF SILÊMAN – TOLÎN HESEN

 Du bira, Mehmûd Hebeş û Idrîs Hebeş ji destpêka aloziya Sûriyê ve winda bûne û heta niha ti agahî ji wan nehatiye girtin.

Mehmûd Hebeş ê 46 salî ji gundê Quda yê herêma Raco ya kantona Efrînê ye û li taxa Benî Zeyd a Helebî mezin bûye. Ji sala 2011’an ve, di destpêka êrîşên li ser qereqola rêjîma Sûriyê ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê de, Mehmûd ji malê derdikeve û ji wê demê ve malbat lê digere lê heta niha ti agahî jê nehatiye girtin.

Birayê Mehmûd, Idrîs Hebeş ê 44 salî jî bavê 3 zarokan e. Idrîs di sala 2013‘an de dema ji kar vedigere malê ji aliyê çeteyên "Lîwa Şuheda Bedir" ve tê girtin û ji wê demê ve nayê zanîn bê sax e an jî mirî ye.

Dayika Mehmûd û Idrîs, Zeyneb Seydo ji ajansa me re qala bûyera windabûna kurên xwe kir û wiha got: “Di sala 2011‘an de di qereqola taxa Eşrefiyê şer derket, di heman rojê de Mehmûd ji malê derket û venegeriya. Me li her cihê lê geriya lê heta niha me ti agahî li ser wî negirtiye. Di sala 2013‘an de jî çeteyên Lîwa Şuheda Bedir ên girêdayî Xalid El-Heyanî taxên Benî Zeyd, Eşrefiyê û hin taxên din ên Helebê kontrol dikirin. Idrîs li derve dixebitî da ku qûtê zarokên xwe peyda bike. Lê dema vedigeriya malê, çeteyên Xalid El-Heyanî li taxa Benî Zeyd ew girtin. Heta niha ez nizanim bê kurên min sax in an jî mirî ne. Ne bi şev û ne bi roj ez xew nakim. Ez hertim wan difikirim. Ez ji xweda re dûa dikin ku agahiyeke xweş li ser wan bibhîzim. Dûa dikim ku sax bin."

(jo/bm)

ANHA