Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin

Di encama qezayeke trafîkê ya li ser rêya Qamişlo-Hesekê di 19`ê meha Hezêranê de pêk hat, malbatek efrînî ku ji 5 kesan pêk dihat jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan ji şêniyên herêma Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin.

Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin
Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata efrînî re xwestin
21 hezîran, 2019   11:37
QAMIŞLO

Di encama qezayeke trafîkê de ku ser rêya Amûdê-Hesekê rû da, 5 kesan jiyana xwe ji dan. Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne(Mihemd Reşîd(65) û hevsera wî Medîna Abdullah(55), kurê wan Şerfan Mihemd û Mihemd Xelîl û Bîlal). Cenazeyên malbata efrînî di 20`ê meha Hizêranê li goristana şehîdên sivîl ku li taxa Enteriyê ya girêdayî bajarê Qamişlo ye hatin oxirkirin.

Îro bi dehan ji şêniyên Qamişlo û gundewarên wê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, PYD, YPG, YPJ, Kongreya Star û endamên saziyên civaka sivîl, beşdarî konê sersaxiya ji malbata her 5 şehîdên efrînî bûn. Konê sersaxiyê li taxa Kornêş a girêdayî bajarê Qamişlo hate vedan û bi wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Sûriya Demokratîk û alên Kongreya Star hate xemilandin.

Di merasîma sersaxiyê de yek ji endmên Meclisa Malbatên Şehîdan Abdullbaqî Ehmed axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Abdullbaqî bal kişand ser taybetmendiya malbata Mihmed Reşîd ku bi welatparêziya xwe dihatin naskirin.

Hîn jî konê sersaxiyê bi beşdariya şêniyan vekirî ye û tê payîn ku heta saetên şevê serdan berdewam be.

(eh)

ANHA