Li Rûsyayê di kargehek cebilxaneyan de teqîn çêbû

Li Rûsyayê li kargeheke ya teqemeniyê ya yek ji a herî girîng a li navendê ye teqînek pêk hat. Di teqînê de herî kêm 38 kes birîndar bûn.

Li Rûsyayê di kargehek cebilxaneyan de teqîn çêbû
1 hezîran, 2019   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ajansa Rûsyayê,  teqîn li kargeheke ya bi navê Kristall a li bajarê Dzerzhînsk a 400 kêlometre dikeve rojhilatê Moskowayê pêk hatiye.

Di vê teqîna li herêma Nîjnî Novgorodê pêk hat  de bi kêmanî 38 kes birîndar bûn. Fikar hene ku bîlanço zêdetir bibin.