Meclisa Kerkûkê: Dixwazin tevliheviyê çêkin

Meclisa Bajêr a Kerkûkê têkildarî êrîşên bombeyî yên şeva pêncşemê yên li Kerkûkê daxuyaniyeke weşand û ragihand ku armanc ji êrîşan afirandina fitneyê ye. Hin çavkaniyên nêzî PDK'ê jî ji Kurdan xwest ku ji bajêr derkevin.

Meclisa Kerkûkê: Dixwazin tevliheviyê çêkin
31 gulan, 2019   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Encamnameya 6 êrîşên bombeyî yên li kolanên Şeraa Qûds û Bexda yên li navenda Kerkûkê giran dibe. Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest daye, bû 7 kes, 29 kes jî birîndar in.

Li gorî nûçeya ANF’yê, şêniyên Kerkûkê ji bo xwînê bidin birîndaran li ber nexweşxaneyan li hev civiyan.

Li deverên ku êrîş lê pêk hatin, 10 wesayit rûxiyan, xisar li dehan mal û kargehan bû.

Li gorî gelek derdoran, DAIŞ berpirsyara vê êrîşê ye, lê hê tu kesî berpirsyarî negirtiye ser xwe.

Di daxuyaniya meclisê  de wiha hate gotin: "Em vê êrîşê bi hêrs şermezar dikin û mehkûm dikin. Di meha Remezanê ya pîroz de êrîşa li dijî gelê me yê sivîl nîşan dide ku terorîst çi qasî qirêjî, hov û tirsonek in. Me li nava bajêr û herêmên derdora bajêr tedbîrên xwe yên ewlekariyê zêde kirin.”

Meclisa Kerkûkê hişyarî da ku bi van êrîşan dixwazin fitne di nava gelan de bê afirandin û diyar kir ku dê gelên Kerkûkê li dijî her şêwe êrîşan xwe biparêzin.

Ji çapemeniya nêzî PDK’ê nûçeyeke balkêş

Piştî êrîşên li Kerkûkê, ji hin ajans û malperên nûçeyan ên nêzî PDK'ê bangeke balkêş hate kirin. Li ser Facebookê ji hesabê medyaya civakî yê nîvfermî ya bi navê PDKNewsê nûçeyek hate weşandin û bang li Kurdan hate kirin ku bajêr biterikînin.

Çavkaniyên nêzî PDK'ê bi rêya medyaya civakî gotegot belav kirin û îdia kir ku DAIŞ'ê êrîşî Kerkûkê kiriye, wê bikeve nava Kerkûkê û artêşa Iraqê jî êrîşî malên Kurdan ên li bajêr dike. Balkêş e piştî van êrîşan ku Meclisa Gel got 'ji bo fitneyê ye', nûçeyên bi vî rengî hatin weşandin.