Li Bakurê Sûriyê yekemîn kogreya nexweşiyên dil

Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, amadekariya Yekemîn Kongreya Zanista Bijîşkiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên zanistê yên cîhanî der barê nexweşiyên dil û birîndariya wê de dike.

Li Bakurê Sûriyê yekemîn kogreya nexweşiyên dil
29 gulan, 2019   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Dê di Yekemîn Kongreya Zanista Bijîşkiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku 31’ê Gulanê li dar dikeve, bijîşkên pisporiya nexweşiyên dil û birîndariya wê û yên nexweşiyên hundirîn ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji wê jî zêdetir beşdarbûna bijîşkên ji Ewropa û Başûrê Kurdistan û bijîşkên ku di nava rêxistinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin de, dê beşdar bibin.

Hevserokê Gerînendetiya Têkiliyên Dîplomatîk ên Derve ya Desteya Tenduristiyê û endamê komîteya amadekar a Kongreya Zanista Bijîşkiyê Silêman Ehmed got dê forumên zanistî der barê pêşketinên heyî yên nexweşiyên dil û birîndariya wê de û ji wê jî zêdetir nîqaşa bijîşkên herêmê der heqê pisporî û pêşdeçûnên bijîşkiyê de di van salên borî li herêmê de rû dane, bên kirin.

(fr)

ANHA