Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene

Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ‘ê hene, temanên wan di navbera 6-12 salî ye. Hîna nayê zanînê bê dê rewşa van zarokan çawa be, li gel vê yekê hikûmetên welatên wan hîna ti biryar girêdayî wergritina hemwelatiyên xwe yên di nav DAIŞ‘ê de negirtiye.

Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
Li kampa Holê 327 zarokên sêwî yên DAIŞ hene
25 gulan, 2019   04:35
HESEKÊ – EHMED MIHEMED

Li kampa Holê ya 45 kom dikeve rojhilatê bajarê Hesekê 72 hezar û 742 kes ji koçberên Sûriyê, penaberên Iraqê û malbatên çeteyên DAIŞ‘ê yên ku xwe radestî QSD‘ê kirine hene. Ji vê hejmarê 327 zarokên DAIŞ‘iyên biyanî hene ku xizmên wan di şer de hatine kuştin sêwê mane.

Li gorî bîlançoya Rêveberiya Kampa Holê ya meha Adarê, 327 zarok ji 6 heta 12 salî li kampê hene û di nav malbatên çeteyan, rêxistin û komeleyên li kampê tên xwedîkirin, hin ji wan paşguhkirin bi xwe xwe  xwedî dikin û di nava kampa muhacîran " Jinên DAIŞ‘iyên biyanî" de ne.

Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor Peter Maurer 4‘Nîsanê di kongreyeke çapemeniyê de gotibûn rêxistin bang dike ku destur ji sedan zarokên DAIŞ‘iyî yên biyanî bê dayîn ku vegerin welatê xwe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga gelek caran banga wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞ‘î li dewletan kiriye.

Li gorî agahiyan 113 zarokên sêwî ji aliyê rêxistinên navdewletî û herîmê ve têne xwedîkirin û perwerdekirin û 214 jî bêyî ku kes xwedî li wan derkeve li gel hevjînên DAIŞ ên di kampê de dimînin pewerdeyên ku DAIŞ dida zarokan.

Hiştina zarokên DAIŞ‘ê bê perwerde û xwedîkirin, xeteriyeke mezin li ser civakê dike, ji ber ku zarokan hişmendiya DAIŞ‘ê ya tundraw girtine. Li aliyekî din ku hikûmetên welatên wan der barê wergirtina wan de heta niha ti biryar nestandine.

ANHA