Zewaca temen biçûk sedama cûdabûna hevsaran e

Li gorî serjimara saziyên jinan ên navçeya Girkê Legê diyardeya cudabûna jin û mêran di salên dawîn de zêde bûye. Berpirsên Mala Jinan û Kongreya Star sedemên wê vedigerînin zewaca di temenê biçûk de, koçberî û dijwarbûna rewşa aborî ya malbatan.

Zewaca temen biçûk sedama cûdabûna hevsaran e
19 gulan, 2019   08:02
QAMIŞLO - KELSÛMA ELÎ

Di 2 salên derbasbûyî de cudabûna (veqetîn) hevseran bi awayekî balkêş zêde bûyse. Nêzî 272 dozên girêdayî cudabûnê hatine ber destê sazî û rêxistinên jinan. Tevî ku hemû ne bi cudabûnê bi encam bûn jî lê ev hejmar cihê fikran ji rêxistin û saziyên jinan re çêkir. Rêxistinên jinan hewl didin bi rêya semîner, panel û dayîna bernameyan rê li pêşiya vê diyardeyê ku civakê parçe dike, bigirin.

Jina bi navê Z.E. a 27 salî, dema 13 salî bû, ji ber kevneşop û adetên civakî hatiye zewicandin û li gorî gotinên wê veguherî amûreke anîna zarokan. Piştî ku 6 zarokan tîne, ji hevserê xwe vediqete. Z.E. careke din dizewice lê dîsa vediqete. Niha ew banga mafên xwe dike.

Ji kêmtirî salek û nîvekê ve derdora 272 dozên girêdayî jinan hatine ber destê sazî û rêxistinên jinan. Ev doz ji ya Z.E.’yê ne cuda ye. Piraniya dozan girêdayî cudabûna hevseran e. Li gorî serjimariya Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan a navçeya Girkê Legê di sal û nîvekê de Mala Jinan 272 dozên nakokiyên di navbera hevseran de û cudabûna wan, pêşwazî kirine.

Sedemên van dozan çi ne?

Li gorî daneyên Komîteya Lihevanînê ya Mala Jinan sedema piraniya dozên cudabûna hevjînan vedigere zewaca di temenê de biçûk de, koçberî û dijwarbûna rewşa madî ya malbatê, tevî sedemên civakî girêdayî urf û adetan.

Ruxmî ku rêxistin û saziyên jinan di salên derbasbûyî de hewl da qanûnên taybet bi jinan ku zewaca di temenê biçûk de qedexe dike, saz kirine, lê gelek şênî wan qanûnan paşguh dikin. Ji ber wê wek encam zewac têk diçe û dozên cudabûnê zêde dibin.

Şêwirmenda derûnî û endama Heyva Sor a Kurd Canda Xelîfî destnîşan kir ku zewaca di temenê biçûk de ji sedemên sereke yên têkçûna zewacê ye. Ji ber ku her du alî hîna nikarin berpirsyariyên jiyana zewacê ji aliyê derûnî û civakî ve bînin cih.

Her wiha çalakvanên rêxistinên jinan bal kişand ser ku koçberî yek ji sedemên cudabûnê ye. Rewşên derketina heverekî ber bi Ewropayê ve zêde bûne, ku dibe sedema guhertina rêgeza jiyana wan a civakî û di encamê de ji hev vediqetin. Li aliyekî din jî hindek şênî keçên xwe bi kesên li derveyî welêt re dizewicînin bêyî ku wan baş nas bikin, ev jî dibe sedema têkçûna zewacê.

Endama rêveber a Mala Jinan a navçeya Girkê Legê Hediya Xelef îşaret pê kir ku wan gelek dozên cudabûna hevseran ji ber koçberbûna aliyekî derveyî welat pêşwazî kirine.

Li gorî Canda Xelîfe tevî wan sedeman, rewşa aborî ya dijwar û urf û adetên civakî (zewaca li gorî kevneşopan) ji sedemên cudabûnê ne.

Tevî ku encama piraniya haletên ku Mala Jinan pêşwazî kirine, ne cudabûnê e, lê zêdebûna hejmara wan dozan li gel rêxistinên jinan cihê fikaran e. Ji ber wê rêxistinên jinan ji bo rê li pêşiya vê diyardeyê bigirin hewl dan bernameyekê deynin.

Li gorî şêwirmenda derûnî Canda Xelîfî û endama rêveber a Mala Jinan Hediye Xelîfe, ew bi koordîneya Kongreya Star û komînên taybet bo jinan semîner û panelên girêdayî pêwîstiya pêkanîna qanûnên taybet bo jinan û encamên neyînî yên berdanê organîze dikin.

(şx)

ANHA