Efrînî bi ku ve biçin, li wir jiyanê geş dikin

Malbatek Efrînî ku ji bajarê xwe koçber bûbû, li Helebê dîsa karê xwe yê çandiniya şitilên darên zeytûnê dike.

19 gulan, 2019   06:15
HELEB-EHMED REŞÎD

Niştecihên gundê Kefer Sefrê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi çandiniya şitilên darên zeytûnê tên nasîn. Dema li Efrînê bûn bi sed hezaran şitil diçandin û difirotin bajarên Sûriyê.

Malbeteke Efrînî ji gundê Kefer Sefrê koçî bajarê Helebê bûye û karê xwe yê çandiniya şitilan di hundir taxa Şêxmeqsûdê de berdewam dike. Cara yekem e di hundir bajar de ev kar pêk tê.

Ew malbat bi hêviya vegera Efrînê ne û bi bawarî tev digerin, dibêjin wê Efrîn di demeke nêz de rizgar bibe û ew ê tevî şitilên xwe vegerin.

Piştî hatina wan a bajarê Helebê, bê kar man û biryar dan ku li wir jî karê xwe berdewam bikin. Ew malbat dest bi lêgerîna axa sor û şiqnên ber kokên darên zeytûnê kir. Li derdora bajar di eraziyeke vala de bi cih kirin û li wir dest bi çandiniyê kirin.

Dayika Cîhan Berazî ji gundê Meydana yê girêdayî navçeya Reco ya kantona Efrînê ye, ji ajansa me re got: “Ji ber rewşeke şer bi ser me de hat, em mecbûrî koçberiyê bûn û li bajarê Helebê bi cih bûn. Em li vir karê xwe berdewam dikin. Îro jî em şiqnên ber kokên darên zeytûnê dikin şitil. Çi qas ew darên me li Efrînê qut bikin û bişewitînin jî em ê bi hezaran daran li şûna wan biçînin. Înşallah di demeke nêz de em ê vegerin.”

Li ser çandiniya şitilan jî Bêrem Mihemed axivî û got: “Em koçî Helebê bûn. Demekê bê kar man, piştî wê tevî hevalên xwe ku ji gundê Kefer Sefrê ne, me got ka em karê xwe yê li Efrînê li vir jî bikin û me dest bi lêgerîna şiqnên ber koka darên zeytûnê kir.”

Şêwaza çandina şitilên zeytûnan

Li ser şêwaza çandina şitilên zeytûnê Bêrem Mihemed wiha got: “Di zivistanê de şiqnên ber koka daran tînin û dixin axa hesinî, heya 3 heyvan di bin hingaran de dimînin. Piştî wê radikin derve û careke din dixin axa sor di nav tûrikan de. Heya ku şitil mezin dibin her tim tên avdan.”

ANHA