‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’

Bi laçikên spî bi hezaran jinên Herêma Cizîrê herikîn qadan û êrîşa desthilatên dagirkeriya Tirk a li dijî jinên laçikên spî ku li pêş girtîgehên Tirkiyê ji bo ciwan û keçên xwe yên di greva birçîbûnê de ne çalakiyan lidar dixin, şermezar kir.

‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
‘Em tevahî dayikên Laçik Spî ne’
13 gulan, 2019   11:57
QAMIŞLO

Bi sedan dayikên girtiyên siyasî yên ku di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ketine greva birçîbûnê bi awayekî aştiyan e li gelek deverên Enqereyê û bajarê Istenbolê da ku balê bikişînin ser hemleyên greva birçîbûnê kom bûn. Lê hikumeta Tirk bi awayekî hovan e dest werda kombûnê û li jinan da.

Îro, ji bo şermezarkirina siyaseta Tirkiyê ya hovan e li dayikên girtiyên greva birçîbûnê, bi hezaran jinên Herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb û Suryan li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo kom bûn. Jinan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşer parlemanter Leyla Guven a ku 187 roj in di grevê de, wêneyên têkoşer Nasir Yagiz û girtiyên siyasî yên di grevê de ne li girtîgehên dagirkeriya Tirk, hildan.

Li rexê jî jinan wêneyên dayikên girtiyên siyasî(jinên laçikên spî) yên di protestoya li pêş girtîgehên Tirkiyê de rastî êrîşa Tirk hatine, hildan. Her wiha pankartên bi nivîsên “Em tevahî dayikên laçik spî ne" û "dadgeha navdewletî hevparê komploya 9’ê Cotmehê ye" li ser hatine nivîsandin jî hildan.

Di nava hewaya germ de jin ber bi sûka navendî ya bajarê Qamişlo ve tevî dirûşmên şermezarkirina hovîtiya dagirkeriya Tirk, meşiyan.

Meş li nêzî Çerxeriya Sonî ya naverast sûka navendî ya bajêr rawestiya. Dûvre şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Mizgîn Ehmed raber kir ku dagirkeriya Tirk tirsa xwe ji hemû tiştî heye.

Mizgîn îşaret pê kir ku dayikên girtiyan li pêş girtîgehên Tirk da ku bibin pişgirê têkoşeriya ciwan û keçên xwe protesto kir û wiha got: "Dayik aştî ye, jin e, azadî ye, ji lewre dagirkerî ji jinên Kurd ditirse."

Di dawiyê de Mizgîn Ehmed kiryarên Tirk ên li dijî dayikên laçikên spî û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û wiha domand: "Em jinên Herêma Cizîrê piştgirên we ne, ji ber hûn ji bo ciwanên xwe yên ku li dijî zilm û destpotiyê ketine grevê, têkoşîn dikin."

Meş bi tekeziya jinên Herêma Cizîrê ya piştevaniya dayikên laçikên spî, bi dawî bû.

(fr)

ANHA