Dagirkeriya Tirkiyê li Reqayê hate protestokirin

Bi dirûşmeya "Bi yekbûna civaka Sûriyê em ê Efrînê ji Osmaniyên nû rizgar bikin" sedan şêniyên herêma Retla ya başûrê Reqayê meşek lidar xistin.

Dagirkeriya Tirkiyê li Reqayê hate protestokirin
Dagirkeriya Tirkiyê li Reqayê hate protestokirin
Dagirkeriya Tirkiyê li Reqayê hate protestokirin
Dagirkeriya Tirkiyê li Reqayê hate protestokirin
Dagirkeriya Tirkiyê li Reqayê hate protestokirin
Dagirkeriya Tirkiyê li Reqayê hate protestokirin
4 gulan, 2019   13:27
REQA

Îro sedan şêniyên gundên başûrê Reqayê ji bo şermezarkirina binpêkirinên dagirkeriyê Tirkiyê li Efrînê û lêkirina dîwarê parçekirinê tevlî meşa ya li herêma Retlayê ya gundewarê başûrê Reqayê bûn.

Meş ji pêşiya  avahiya Meclisa Gel a gundê Retlê dest pê kir û di nav kolanên herêmê re geriya. Şêniyan dirûşmeyên banga derketina dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê qîr kirin. Her wiha pankartên "Na ji dagirkeriya Tirkiyê", "Na ji Osmaniyên nû re" û "Em ê hemû berxwedan in" hildan.

Meş li ber dibistana Retlê rawestiya û veguherî mêtîngê. Bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamê partiyê Abdullah El-Şeblî, bi navê Mala Jin a xeta El-Şemiyê Xewle El-Îsa, bi navê meclisên xeta El-Şemiyê Beşîr El-Elî û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Rodîn Mistefa axivîn.

Kesên axivîne diyar kirin ku ew parçekirina xaka Sûriyê qebûl nakin. Her wiha li ser girîngiya rizgarkirina Efrînê gotin: "Bajarê Efrînê parçeyek ji Sûriyê ye, em ê ji bo rizgarkirina wê bixebitin, weke çawa me bi dehan salên berê em ji dagirkeriya Osmaniyan rizgar bûn û em nahêlin sînaryo careke din dûbare bibe."

Mêtîgn bi dirûşmeyên şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk û silavkirina Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(jo)  

ANHA