Ji saetên sibê ve 32 caran “herêmên bêçek” bombebaran kirin

Ev 5 roj e ku Rûsya û hêzên rejîmê bombebarana li ser “herêmên bêçêk” zêde dike. Îro jî gelek herêm bi balafir û helîkopteran hatin bombebarankirin.

Ji saetên sibê ve 32 caran “herêmên bêçek” bombebaran kirin
4 gulan, 2019   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên şer û helîkopterên Rûsyayê û rejîmê topbarana herî dijwar li ser “herêmên bêçek” di roja 5`emîn de dewam dikin.

Ji saetên sibê ve 32 caran Heleb, Idlib û Hema hatine bombebarankirin. Bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê li gel rêya navneteweyî ya di navbera Heleb û Laziqiyê de 6 caran, derdora bajarokê Has 6 caran, Sehil Xab 3 caran, Canûdiye û Til Nar ên başûrê Kefer Sincê 2 caran, derdora Kensefra, herêma Til Nebî Eyûb, Kersaa, Hereş Kefer Nibul, derdora Hezarîn û her wiha Lexan Esel û Kefnaha ya bejahiya rojavayê Helebê hatin bombebarankirin.

Helîkopteran ji saetên sibê ve 32 qazanên teqemenî li ser herêmên bejahiya Idlib û Hemayê avêtin. 7 qazan li derdora Ehsim, 6 li Dêr Sinbil, 4 li Ebdîta, 3 li Sefohin, Besamis, Kersa, derdora Kefir Ewîd û Um Sîr ketin. Di encama bombebarana asîmanî de li Sifohinê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê herî kêm 7 caran bajarokê Kefer Nebûde yê bakurê Hemayê, 3 caran bajarokê Hibît ê başûrê Idlibê bombeberan kirin. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama bombebarana hêzên rejîmê li ser gundê Tobe yê bejahiya bakurê Hemayê de welatiyek hate kuştin.

Bi vê yekê hejmara kesên ku ji 30`ê Nîsanê heta niha jiyana xwe ji dest daye, herî kêm bû 67 kes.

(bx)