Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de

20 jinên navçeya Tirbespiyê di saetên berbanga sibehê de ji mal ber bi zeviyên ku tê de şirîk in ve dikevin rê. Bi hatina mewsima hilberîna  mîna kemûn û nok re, zeviyan ji şînatiyên bi zirar paqij dikin. Jinan destnîşan kir ku ew bi karê xwe serbilind in.

Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
Rola jinên Tirbespiyê di projeyên çandiniyê de
2 gulan, 2019   06:19
QAMIŞLO-KADAR IBRAHÎM

20 jinên ji navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo ji bo pêşxistina aboriya jinê li navçeyê, di projeyek çandiniyê de şirîk in. Jinan hezar û 644 dinom zevî bi kemûn, nok û genim çandine.

Jinan 684 dinom ji kemûn û nok û 960 dinom ji genim re diyar kiribûn. Jinan ji destpêkê ve bi xwe zevî çandin û niha hilberînê ji şînatiyên bi zirar paqij dikin.

Jin ji saetên berbanga sibehê ve ji mal ber bi zeviyan derdikevin. Bi nêzîkbûna mewsima hilberînê re zeviyan paqij dikin.

Jina bi navê Nefiye Yaxmûr diyar kir ku ew rojane zeviyan ji şînatiyên bi zirar ên ku zirar bi hilberînê, paqij dikin.

Menfiye Saîd diyar kir ku ew bi kêfxweşî û li ber vegotina stranan dixebitin. Ji ber ku ew ji bo xwe dixebitin.

Ew bi karê xwe serbilind in

Jina bi navê Wesîle Umer a 60 salî ji gundê Etbe ye destnîşan kir ku tevî temenê xwe lê ew karê xwe wek têkoşînekê dibîne û pê serbilind e.

(şx)

ANHA