Nîvê kedkarên Cizîrê jinin

Hevseroka Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê Zeyneb Hesen diyar kir ku li herêma Cizîrê ji 20 hezar kedkaran 10 hezar jin in. Kedkarê karê mekanîk Ebdulrehman Mehmûd jî anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re wî wateya Cejna Kedkaran nas kir.

Nîvê kedkarên Cizîrê jinin
1 gulan, 2019   04:20
QAMIŞLO-MÛRADA KENDA-SERHAD AMED

Beriya 134 salan wekî îro kedkaran li dijî kedxwariyê serî hildan. Di sala 1886’an de sendîkayên kedkarên li Amerîkayê ji karkeran daxwaz kir ku karên xwe di hundirê kargehan de rawestînin û ji bo xwediyê kargehan saetên kar bikin 8 saet,  300 hezar kedkar dev ji kar berdan. Di 3’yê Gulanê de li Shikagoyê kedkaran xwepêşandan li dar xistin. Di xwepêşandanê de 7 polîs û hejmarek ji karkeran hatin kuştin. Di 1‘ê Gulana 1889’an de careke din sendîkayên kedkaran hem daxwaza xwepêşandanên cîhanî kir hem jî daxwaza bibîrxistina kuştiyên Shikagoyê kir. Piştî daxwazê, 1‘ê Gulanê wekî Roja Kedkarên a Cîhanî hat qabûlkirin. Gelek welatên cîhanî bi awayekî fermî vê rojê pîroz dikin.

Li Rojava ye Kurdistanê jî 1‘ê Gulanê bi awayekî fermî tê pîrozkirin û şahî tên lidarxistin. Tekildarî 1’ê Gulanê Hevseroka Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê Zeyneb Hesen rewşa kedkarên herêma Cizîrê ji me re nirxand.

‘Ya esas yekîtiya kedkaran e’

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina mafê kedkaran di 1’ê Gulana 2013‘ an de Sendîkaya Karkeran hate avakirin. Sendîka di 1‘ê Gulana 2015‘ an de vediguherê Komîteya Kedkaran. Tekildarî armanca komîte Zeyneb Hesen van tiştan dibejê: “Armanca Komîteyê  ku em karibin yekîtiya kedkaran ava bikin û mafên wan biparezin e. Di aliyên maf de em kedkaran perwerde û bi rêxistin dikin. Hemû kes dizane ku mafê kedkaran gelekî hatiye xwarin. Hewildanên me ji bo hişyariya kedkaran  e.”

Komîte ji bo tenduristiya kedkaran jî alikariyê dike. Zeyneb Hesen anî ziman ku ji bo mîsgoeriya tendûristî ya kedkaran Deftera Tibbi(Ev defter di masrûfa nexweşxaneya de %50 daxistin çê dike) belav kirine. Kedkarên di nav kar de birîndar dibin komîte madî û manewî alîkariya wan dike. Herî zêde kedkarên ku avahiya de kar dikin ev pirsgirek bi wan re derdikeve.

Zeyneb Hesen diyar kir ku beriya her tiştî divê di navbera kedkar û karder de peyman bê çêkirin û got: “Kesên ku peymanê îmze bike divê herî kêm 18 salî be û hefteyê carek roja behinvedanê wî hebe. Di nav zagonên kedkaran de divê herî kêm 35 hezar S.L heqdestiya xwe werbigre. Em jî herî zêde li ser pêkanîn anîna van xalan disekinin.”

Zeyneb Hesen destnîşan kir ku mehê carek ji kedkaran re civînekê çêdikin û kedkar di civînê de pirsgirêkên xwe parve dikin. Tekildarî dayîna perwerde jî got: “Perwerdeyên ku tên dayîn tekildarî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mafê kedkaran, rêziknameya Komîteya Kedkaran, têkiliyên bi civakê re û xîtabê ne.”

‘ji 20 hezaran 10 hezar kedkarên jin in‘

Zeyneb Hesen diyar kir ku  li herêma Cizîrê ji 20 hezar kedkarî herî kêm 10 hezar jin  in û got: “Kedkar piranî di beşên mewsim, kargeh, şîrketa kahrebê û avê, avahî û hwd de dixebitin. Hewildanên me ji bo gihiştina hemû kedkaran heye. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen, Suryan li gorî pîvanên Netewa Demokratîk tevdigerin û ji bo me jî tu cûdahiya pêkhateyan tine ye.”

Zeyneb Hesen anî ziman ku li herêma Cizîrê 19 saziyên wan hene û her 1’ê Gulanê pîrozbahî ji bo kedkaran  organîze dikin û got: “1’ê Gulanê rojek pîroz e.  Di dema serweriya rejîma Sûriyê de mafê kedkaran tine bû. Rejîm li gor xwestekên xwe karê kedkaran dida sekinandin. Kedkaran nikaribûn derhaqî wan de doz vekin. Saziyêk bi ti awayî ji bo kedkaran tine bû. Bi şoreşa Rojava re kedkaran êdî mafê xwe naskirin.”

 ‘Bi şoreşê re me roja xwe nas kir’

Ebdulrehman Mehmûd(52) ev 32 sal in karê mekanîk dike ji me re axivî û diya kir ku bi Şoreşa Rojava re wan wateya 1‘ê Gulanê Roja Kedkarên Cihanê naskirine û got: “Rejîma Sûriyê ji ber zêde perê difikirîn tu carî rojên wiha girîng nehişt ku em zanibin û pîroz bikin. Beriya niha min nizanibû ku rojek wiha heye. Lê bi Şoreşa Rojava re êdî ez dizanim ku rojek me jî heye. di rojên wiha de gel derdikeve gerê lê ez hin di vê rojê de hin zêdetir kar dikim. Ji ber ku girîngiya vê rojê êdî dizanim.”

Mehmûd ji bo roja xwe anî ziman ku êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fizîkî azad bibe û bang kir ku hemû cîhan êdî dengê çalakvanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirînê bikin.

ANHA