Amadekariyên mewsima hilberînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwediyên makîneyên çinînê ji bo pêşwazîkirina mewsima hilberînê ya îsal, dest bi sererastkirina wesayîtên xwe kirin. Xwediyên makîneyên çinînê diyar kirin ku wan ji bo rewşa hewayê dereng dest bi sererastkirina wesayîtên xwe kirine.

Amadekariyên mewsima hilberînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Amadekariyên mewsima hilberînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Amadekariyên mewsima hilberînê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
29 nîsan, 2019   06:52
MINBIC

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsal baranek zêde barî. Ji ber wê şênî zeviyên xwe bi rêbaza bejî çandin. Bi nêzîkbûna mewsima hilberînê re xwediyên makîneyên çinînê dest bi sererastkirina wesayîtên xwe kirin. Her sal di navîna meha Gulanê de paletiya hilberîna ceh destpê dike.

Yûsif El-Yûsif xwediyê makîneya çinînê ye destnîşan kir ku ji ber rewşa hawayê ew di sererastkirina wesayîtên xwe de dereng mane.

El-Yûsif diyar kir ku tevahiya parçeyên guhertinê yên makîneyên çinînê li Minbicê peyda dibin û tu astengiyan nakişînin.

Komîteya Aboriyê, sotemenî li xwediyê makîneyên çinînê li gorî ruxsetên çandiniyê belav kir. Îsal miqdara mazota pêwîst ji her makîneyek çinînê re her 10 rojan bi 3 hezar û 500 lître mazot hate texmînkirin.

(şx/bm)

ANHA