Şêx Mihemed El-Qadirî: Li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwestek xurt pêwîst e

Şêx Mihemed El-Qadirî diyar kir ku Îslama rast a ku banga hezkirin, aştî û biratiya di navbera hemû ol û mezheban de dike. El-Qadirî bang li zanyarên olî kir ku li hemberî binpêkirinên dargirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê helwestek xurt bidin nîşan.

Şêx Mihemed El-Qadirî: Li dijî dagirkeriya Tirkiyê helwestek xurt pêwîst e
29 nîsan, 2019   05:53
QAMIŞLO

Bi dirûşma ‘Zindîkirina peyama Medîneya Munewera ji bo avakirina welatan û parastina mirovan’ duh yekemîn Kongreya Civaka Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava bi beşdarbûna 300 delegeyan û gelek mêvanan pêk hat. Kongre li hola Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan roja 27 û 28 Nîsanê pêk hat. Kongre bi avakirina Meclisa Şêwirî û girtina biryaran bi dawî bû.

Endamê Meclisa Şêwirî, endamê Komîteya Rêveber û Şopandinê Şêx Mihemed El-Qaidrî hevdîtinek bi ajansa me re çêkir. Qadirî anî ziman, Îslama rast ew e ku banga biratî, hezkirin û aştiyê di navbera hemû ol û mezheban de dike.

‘Efrîn ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê birîneke’

Şêx El-Qadirî diyar kir ku dagirkirina Efrînê birîneke mezin e ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Bi hemû ol û mezhebên wê, ev birîn nayê ji bîrkirin. Bûyerên ku li Efrînê diqewimin dûrî nirxên mirovahiyê ne.”

Şêx Mihemed El-Qadirî destnîşan kir ku kiryarên dagirkeriya Tirkiyê li dijî sivîlan, rûxandina goran, deverên dîrokî û guhertina demografîk di ti olan de nayê qebûlkirin. El- Qadirî got: “Li Efrîn li pêşberî cîhanê kiryarên ne mirovî li dijî şêniyan tê kirin.”

Şêx El-Qadirî bêdengiya dewletên Îslamî ji binpêkirinên Tirkiyê şermezar kir. El-Qadirî bi bîr xist ku di kongreyên welatên erebî û Îslamî de tu daxuyaniyên ku binpêkirinên Tirkiyê şermezar bikin, nehatine dayîn.

Şêx Mihemed El-Qadirî bêdengiya zanyarên olî yên erebî û Îslamî li hemberî binpêkirinên li Efrînê rexne kir û bang li wan kir ku li hemberî komployên li dijî gelê Efrînê têne kirin helwesteke xurt nîşan bike.

‘Baweriya me bi hêzên me xurte ku dê Efrînê vegerînin hembêza welat‘

Şêx El-Qadirî destnîşan kir ku baweriya wan bi hêza ciwanên wan ên leheng xurt e ku dê Efrîn li hembêza welat vegerînin û wiha got: “Dê dîsa jiyana hevbeş û biratiya gelan pêk bînin.”

Endamê Mecilsa Şêwirî Şêx Mihemed El-Qadirî di dawiya axaftina xwe de got: "Pergalên desthilatdar û partiyên siyasî yên ku destek dan dagirkeriyê û îxaneta welatê xwe kirin dê çarenûsa wan binketî be. Dê dîrok kiryarên wan ji bîr neke."

(bb/bm)

ANHA