Parêzeran Ocalan cara 807'an serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku muwekîlê xwe bibînin, cara 807'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ya dewleta Tirk da.

Parêzeran Ocalan cara 807'an serlêdan kir
16 nîsan, 2019   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu, Mazlûm Dînç û Raziye Turgut ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê da.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve dewleta Tirk nahêle parêzer bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.