HPG'ê li Serhedê li konvoya leşkerî da

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li ser rêya Bazîd-Îdirê li konvoyeke erebeyên zirxpoş a artêşa Tirk xist. Di çalakiyê de erebeyeke zirxpoş a artêşa Tirk a dagirker hate bêbandorkirin.

HPG'ê li Serhedê li konvoya leşkerî da
14 nîsan, 2019   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa dewlet Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Serkeftinê ya Şoreşgerî de ku li eyaleta Serhedê didome, hêzên me 13'ê Nîsanê (duh) saet di 10:00’an de li ser rêya Bazîd-Îdirê li konvoyeke ji 5 wesayitên zirxî ya artêşa TC a mêtinger xist. Di dema çalakiyê de hin wesayîtên di nava konvoyê de ji cihê çalakiyê reviyan, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî jî ji ber derbên giran ên lê ketin, li cihê çalakiyê ma. Ji ber derbên hêzên me, xisareke mezin li wesayita zirxî bû. 3 saet piştî vê çalakiyê hêzên dijmin hatin cihê çalakiyê û enqazê çalakiyê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirin. Hêzên dijmin piştî vê çalakiya bibandor, bi çekên giran bombe li derdora cihê çalakiyê barandin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Di çalakiyê de tu zerar negihîşt hêzên me.

Êrîşên hewayî

13'ê Nîsanê (duh) balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

Duh saet di 09:30'an de qada Basya ya Avaşînê, saet di navbera 11:00-11:30’an de qada Karox a Qendîlê, qada Şikefta Birîndara ya Zê, Girê Şehîd Hêmîn ê Xakurkê, saet di navbera 16:00-16:30'an de Girê Şehîd Dîren ê Avaşînê, qada Aris-Faris û Mam Reş bombe kirin.

Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşt hêzên me.”