DAIŞ`ê efserekî rûsî û endamekî rêjîmê dîl girtin

Çeteyên DAIŞ`ê efserekî rûsî û endamekî rêjîma Sûriyê, li nêzî bajarê El-Sixnê yê naverasta Sûriyê dîl girtin.

DAIŞ`ê efserekî rûsî û endamekî rêjîmê dîl girtin
8 nîsan, 2019   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ`ê, esferekî rûsî û endamekî rêjîma Sûriyê dîl girtin, di dîmenên ku ser malperên civakî  hatine belavkirin diyar dibe, ku efsere û endamê rejîmê yên dîlgirtîn bi giranî birîdnar bûne.

Kesek di dîmen de wiha dibêje: "Efserê rûsî dijî, lê rewşa wî nebaş e. Lê tê texmînkirin ku bimre.”

Hêjayî gotinê ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê hîn jî xwe li hemû xakên ku li Sûrî û Iraqê dagirkiri bûn, aktîf in.

(eh)